Leskerekî Tirkiyê di operasyona “Pence-Kilîd” de hat kustin

Leskerekî Tirkiyê di operasyona “Pence-Kilîd” de hat kustin

PeyamaKurd – Leşkerekî Tirkiyê yê di operasyona “Pence-Kilîd” di nav axa Herêma Kurdistanê de  birîndar bibû, li nexweşxaneyê can da.

Li gor HPGê ku baskê serbazî yê PKKê ye dibêje, di encama çalakiyên 26 û 27ê vê mehê  yên gerîlayên wan de 49  leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî da zanîn, leşkerekî wan ê bi navê Halîl Îbrahîm Yîgît ku roja Yekşemê 27ê Mijdara 2022an li devera operasyona Pence Kilîd a li nav axa Herêma Kurdistanê, di encama çalakiyeke gerîlayên PKKê de birîndar bibû, do roja Duşemê 28ê Mijdara 2022an  li nexweşxaneyê miriye.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin