Serok Barzanî 27 saliya Kovara Gulan pîroz kir

Serok Barzanî 27 saliya Kovara Gulan pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 27 saliya derçûna Kovara Gulan peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî sernivîskar, rojnamevan û karmendên Kovara Gulan kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Kovara Gulan
Silav û rêz
Bi helkefta bîst û heftemîn salvegera derçûna kovara Gulan, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên birêz dikim.
‎Gulan piştî 27 salan, ji bilî wan hemû rewşên nehemwar li ser gel û welatê me da hatiye, li ser hemû astengan da zal buye û heta niha jî li nav herî geşbûyiyên ragihandina Kurdistanê ye. Rola we ya di dema karkirinê da diyar û bi bandore û hewl û keda we bilind dinirxînim.‎
Destxweşiyê li we dikim û hêviya berdewamî û serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazîn.
Mesûd Barzanî
20.04.2020

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin