PeyamaKurd- Di meha tebaxa çûyî de hemwelatiyê Gurcistanê yê bi navê Zelimhan Kangoşvili li bajarê Almanyayê li Berlînê gule bera serê wî dabûn û kuştibûn. Almanya digot ku ev bûyer ji aliyê Rûsya de hatiye kirin lê Rûsya xwe nedida ber mijarê.
Li ser kuştina hemwelatiyê Gurcistanê, Almanya biryarê da ku 2 dîplomatên Almanyayê derxe derveyê sînorê xwe an ku wan bişîne welatê wan. Dozgerên Almanya difkirin ku Rûs an Çeçen kuştinê kirine û Rûsya jî di lêpirsînê de red kiriye ku alîkariya Almanya bike. Rûsya digot tişteka weha nîne û tehdîd dikir ku bi heman şêweyê dê bersiva Almanya bide.
Kangoşvili, Çeçen bû û li Çeçenyayê li dijî Moskova û layangirên Moskovayê şer kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin