Dadgeha Federalî, rawestandina wê biryarê betal kir!

Dadgeha Federalî, rawestandina wê biryarê betal kir!

PeyamaKurd- Dadgeha Federalî ya Iraqê, biryara rawestandina veguheztina avahiya hêzên Fermandeya Operasyonên Hevbeş ku beriya niha biryar hatibû dayîn radestî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) were kirin, betal kir.

Li gorî nameya ku ji Dadgeha Federalî hatiye parvekirin, biryara rawestandina veguheztina avahiya ku hêzên Fermandariya Operasyonên Hevbeş bi kar tînin, hatiye betalkirin.

Hat diyarkirin ku daxwaza parlamenterekî ya ji bo betalkirina biryara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ya ji bo veguheztina avahiya artêşê hat redkirin û biryara paşxistina dewrê jî hat betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin