PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Batmanê yê DEM Partiyê Bariş Avşar ji aliyê polîsan ve bi zorê hat desteserkirin.
Rêxistina Parêzgeha Batmanê ya DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Rêveberê Parêzgehê Bariş Avşar bi zorê hatiye desteserkirin.
Di daxuyaniya Rêxistina Parêzgeha Batmanê de hat gotin, "Polîsên îşkencekar jî gef li parêzerên ku îşkenceya li hevalê me yê bi awayekî der hiqûqî hatiye desteserkirin tomar kirine."
Di dîmenên ku ji aliyê Teşkîlata Batmanê ve hatin parvekirin de tê dîtin ku polîs Avşar dikişîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin