PeyamaKurd – Li Kabîla payîtexta Afxanistanê di wexta limêja înê de, bi bombeyan êrîş birin ser mizgeftekî û di encamê de 10 kes hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn.
Berdevkê rêvebiriya asayîşa Kabîlê Xalid Zadran ji bo çapemeniyê ragihand ku bûyer li devera Seh Rahaî Alaûddîn çêbûye û di wexta piştî limêja înê de çêbûye. Hat ragihandin ku hêzên asayîşê ji bo kesê kiryarê kiriye bigrin dixebitin.
Li gor şahidên bûyerê; piştî limêja înê xelkê di mizgeftê de ketiye zikran û bûyer çêbûye. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin