Li ser êrîsa ser rojnamevan Sinan Aygül lêpirsînê dan destpêkirin

Li ser êrîsa ser rojnamevan Sinan Aygül lêpirsînê dan destpêkirin

PeyamaKurd – Parêzgeha Bajarê Bedlîsê ji ber li Tetwanê parastvanên şaredar li rojnamevan Sinan Aygül xistibûn, di derbarê polîs û xebatkarê şaredariya Tetwanê de lêpirsîna edlî û îdarî da destpêkirin. Li gor ragihandina parêzgeriya Bedlîsê; îro seet di 15.15an de îxbarekî hatiye kirin ku li taxa Kulturê pevçûn heye. Parêzgeriya bajêr daxwuyaniya xwe weha dewam dike.

“Piştî lêpirsîna îxbarê, bûyer bi derbkirina rojnamevan Sinan Aygün encam daye, kesên tevlî bûyerê bûne xebatkarê şaredariyê Y.B. û polîsekî ku tevgera wî bi wezîfa polîsiyê re qet ne li heve, yê bi navê E.K. di derebarê wan de yekser lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. Polîs ji ser wezîfa xwe hatiye dûrxistin. Lêpirsîna edlî û îdarî dewam dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin