Kurdistan | Roja ‘Dengdana çalakirina yasaya serokatiyê’ diyar bû

Kurdistan | Roja ‘Dengdana çalakirina yasaya serokatiyê’ diyar bû

PeyamaKurd - Parlemantoya Kurdistanê roja 8ê Gulanê dicive û li ser yasaya aktîvkirina Dezgeha Serokaya Herêma Kurdistanê deng dide.

Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Roja Çarşemê 8ê Gulanê dengdan li ser pêşniyaza yasaya aktîvkirina Dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê – Iraq û serastkirina awayê hilbijartina Serok di pesendkirina destûrê de tê kirin.”

HEM SEROK HEM JÎ HIKÛMET BERÎ CEJNÊ DIYAR DIBIN

Serokê Fraksiyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de Omêd Xoşnaw jî da xuyakirin, piştî dengdana li ser yasaya aktîvkirina Serokatiya Herêmê em wek firaksiyona mezin namzetê Serokwezîr destnîşan didin û piştre Serokê Herêmê bi merasîmekê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radispêre ku di 30 rojî de kabîneya nû pêk bîne. 

Xoşna got, “Em hewl didin berî cejna Remezanê hem Serokê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin û hem jî kabîneya nû ya hikûmetê ji aliyê Parlemantoyê ve bê pesendkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin