PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê û hem serokê Koalîsyona Dewleta Qanûn ya Iraqê Nûrî Malikî tevlî bernama televizyona Al-Ahadê bû û di bernamê de li ser pêşdeçûnên Iraqê, herêmê û Herêma Kurdistanê fikrên xwe ragihand. Malikî ragihand ku Tirkiye çav berdaye axa Kurdistanê û weha got:
“Tirkiye got ku wê di sala 2023 an de axa dewleta Osmaniyan bi paşde bistîne ku ew der jî Mûsile. Mûsil temamê Kurdistanê dixe nav sînorê xwe. Artêşa Tirkiye li nav axa Kurdistanê li Metîna, Zapê û Avaşîn-Basyanê ji hewa û bejayiyê de operasyon daye destpêkirin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan gelek caran behsa Peymana Lozanê dike ku sînorê Tirkiyê destnîşan kiriye, hedefên wî ji bo Herêma Kurdistanê hene. Erdoğan di sala borî de, di daxwuyaniyekî xwe de gotibû ku ‘Tirkiye di sala 2023 an de wê refahekî aborî, siyasî, leşkerî û dîplomasiyekî xwurt bîne’ û dixwaze axa Herêma Kurdistanê û Iraqê kontrol bike.
Di sala 2023 an de Peyamana Lozanê diqede û qesda wî jê ew e. Artêşa Tirkiyê niha li navçên Zaxo û Amediyê yên bi ser bajarê Duhokê de, ciyên ku operasyonan lê kiriye, li gelek noqteyên wan de, baregehên leşkerî û kontrolê ava kiriye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin