Tirkiye: “Divê êdî YPG ji Minbicê derkeve!”

Tirkiye: “Divê êdî YPG ji Minbicê derkeve!”

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu got ku êdî divê YPG ji Minbicê derkeve.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu di Civîna Serokên Dialogê yên Rojavayê Balkanan de axivî û got ku êdî divê YPG ji Minbicê derkeve û rêvebiriya herêmê ji gelê Minbicê re bihêle.

Li ser dewriyên Tirkiye û Amerîkayê yên li Minbicê jî Çavuşoglu got ku dem hinekî bi derengî ket, lê belê xebatên ku heta niha me kirin, pir girîng bûn. Divê em li gorî peymanê bimeşin, belê hinekî bi derengî ket, lê em nikarin bêjin ku ji binî peyman nemeşî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin