Kabîneya Elawî sibe diçe ber dengdanê: Nav jî hatin eskere kirin...

Kabîneya Elawî sibe diçe ber dengdanê: Nav jî hatin eskere kirin...

PeyamaKurd – Serokwezîrê bo kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê raspartî Mihemed Elawî ragihand ku sibe 27ê Sibatê Parlemana Iraqê baweriyê dide kabîneya wî. Herwiha beriya biçe ber parlamenê îro navên kandîdên wezîrtiyê yên kabîneya Elawî hatin eşkere kirin.

Mihemed Elawî li twitterê belav kiriye û gotiye, sibe li Parlemana Iraqê dengdan li ser kabîneya nû ‘kabîneya serbixwe’ tê kirin. Elawî îdia kir ku ev yekem kabîneya ye ku namzedên wê serbixwe, lêhatî û destpak in û dê mafê gel û heybeta Iraqê vegerînin.

Parlamentarên Kurd ên di parlamena Iraqê de didin xuyakirin ku heta niha firaksiyonên siyasî ne lihev in û beşek mezin ji wan jî ragihandine ku beşdarî rûniştina parlamenê ya bawerîdana kabîneya nû nabin.

Elawî tevî hemû hewldan û nerazîbûna aliyê Kurd jî taybetmendiya Herêma Kurdistanê li ber çavan negirtiye û namzedên ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bo wezaretên mafên Kurdan bên diyarkirin jî qebûl nekirine.

Li gorî ragihandina medya Iraqê navên beşek ji kandîdên postên wezaretên kabîneya Mehemed Elawî hatin belav kirin, lê navê wezaretên navxweyî, darayî , dad, bazirganî û wezîrê dewletê bo karûbarên Herêma Kurdistanê nehatîye belavkirin.

Navên ku bo wezaretan hatine belav kirin wiha ne:

Mezher Mihemed Salih Wezîrê Pilandanînê.

Mûzer Zekî Hîlal Wezîrê Tenduristiyê.

Mazin Muhsin Hekîm Wezîrê Perwerdeyê

Cabir Hebîb Cabir Wezîrê Derve.

Muzahim Xeyat, Wezîrê Xwendina Bilind

Wasiq Haşimî Wezîrê Rewşenbîrî.

Ehmed Racî Kûbe Wezîrê Veguhestinê.

Basim Cemîl Wezîrê Koç û Koçberan.

Husên Çelebî Wezîrê Petrolê.

Riyaz Xezrecî  Wezîrê Avakirin û Niştecîbûnê

Nesîr Ebas Ensarî Wezîrê Çavkaniyên avê

Şukir Ebdulrehîm wezîrê çandiniyê.

Yûsif Mihemed Meşhedanî Wezîrê Pîşesaziyê.

Casim Ebdulzehre Yasîn Wezîrê kehrebê.

Zeyneb Ebdulsalih Wezîra Gihandinê.

Sûndis  Omer Birêqdar Wezîra kar û karûbarê Civakî

Quseyî Ebdulmihsin Wezîrê Bergriyê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin