PeyamaKurd- Wekîlê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê bo mudaxeleya leşkerî ya Venezuelayê “bo tişteka xerab dernê ortê me sanaryoyekî baş û planeka bi hûrayî çêkir.”
Ev ragihandin piştî wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê bi Lavrov re axifî hat kirin.
Wekîl Patrick Shanahan ragihand ku hemû bijarteyên bo ser Venezuelayê li ser masêne. Lê heya ji destê wan were, wê bijarteyên dîplomatîk û aborî bidin pêş.
Shanahan weha ragihand: “Em temamê pêşdeçûnên li Venezuelayê taqîb dikin û li wê derê Rûysa, Kubayî û tiştnên din hene. Her tişt di medyayê de xuya nake. Hal hergav diguhire. Ev teqwîmê ne em kontrol dikin. Tişteka ku derê holê em dikarin xwe li gor wan taktîkan biguhêrin. Eger tişteka ku em ne li bendêbin derê ortê, me li gor wê, planê xwe yê bi hûrayî çêkir.”
Serokê artêşa Amerîkayê Dunford jî radigihîne ku ew amade ne da sîvîlan biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin