Çekdarên Efrînê li ser parvekirina xaniyê kurdekî hevdu kustin

Çekdarên Efrînê li ser parvekirina xaniyê kurdekî hevdu kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Efrînê, çekdarên alîgirên Tirkiyê li ser parvekirina xaniyê welatiyekî kurd şer kirin û herî kêm çekdarek hat kuştin.

Navenda Medyayî ya Efrînê (Afrin Media Center) ragihand ku li bajarokê Meydankê yê Efrînê, di navbera komek çekdaran de li ser xaniyê kurdekî şer derket.

Hat diyarkirin ku di wî şerî de çekdarekî xelkê devera Cebel Hesse ya Helebê bi navê Salih Mihemed birîndar bibû û îro jî li nexweşxanê can da.

Hat zanîn xaniyê ku li ser şer kirine yê kurdekî Efrînî bi navê Ebû Samir e lê piştî ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên alîgirê Tirkriyê ve hatiye dagîrkirin, ketiye destê wan çekdaran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin