Desteya Kesnasî ya Iraqê hisyariya tozbarînê da

Desteya Kesnasî ya Iraqê hisyariya tozbarînê da

PeyamaKurd – Desteya Keşnasî ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, îro piştî nîvro 25ê Hezîrana 2022yan pêleke tozbarînê li Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Iraqê destpê dike.

Li gor daxuyaniya Desteya Keşnasî ya Iraqê, pêleke tozbarînê ji Mûsilê destpê dike û pişt re Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Kerkûk, Tikrît, Enbar, Bexda, Diyala, Kerbela, Babil û Necefê digre û mesafeya dîtinê li çend deveran dike 500 metre.

Herwiha Desteya Keşnasî destnîşan kir, bandora tozbarînê wê sibe kêm bibe û tê pêşbînîkirin, li çend deverên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê baran bibare.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin