Di lêpirsînên erdheja Entabê de 21 kes hatin zîndanîkirin

Di lêpirsînên erdheja Entabê de 21 kes hatin zîndanîkirin

PeyamaKurd – Li ser erdheja ku navenda wê Maraş bû lêpirsîna dozgeran dewam dike û di encama lêpirsîna avahiyên li bajarê Entabê ku xerab bûne, serdozgeriya Entabê 45 kesan xist binçav û ji wan 21 kes ji aliyê dadgerê nobedar de hatin girtin û wan şand zîndanê.

Ji gumanbaran 13 kes bi şertê kontrola edlî û 2 kes jî bê bibin zîndanî hatin berdan. Lêpirsîna 9 kesan li asayîşê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin