PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, peyamek li ser alozî û xwepêşandanên Silêmaniyê belav kir û diyar kir, nabe êrişî xwepêşanderan û milkên giştî bê kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li ser alozî û xwepêşandanên ku ev çend roj in li bajarê Silêmaniyê tên kirin, twîtek belav kir û da zanîn, rûdanên bi êş yên Silêmaniyê, pêwîstî bi helwesta berpirsan e ji bo parastina ewlehiya civakî.
Kazimî herwiha eşkere kiriye, xwepêşandana aştiyane mafekî qanûnî ye, lê êrîşa li dijî xwepêşanderan û milkên giştî nayê qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin