3 endamên malbateke ji Farqînê bi koronayê mirin

3 endamên malbateke ji Farqînê bi koronayê mirin

PeyamaKurd -  Ji gundekî navçeya Farqînê ya Diyarbekirê 3 endamên malbatekê ji vîrusa koronayê can dan.

Hemwelatiyê Kurd ê bi navê Yilmaz T. ku li Stenbolê dimîne, berî bi 30 rojan bi vîrusa koronayê ketibû ku dayik û xwişka jî berî 25 rojan ji Farqînê çûne serdana wî li naxweşxaneyê.

Piştî serdanê ku vegeriyan Farqînê ew jî bi nexweşîya koronayê ketine ku kurê wan Yilmaz T. Jî li Stenbolê ji koronayê can dabû

Dayika bi navê Bedia T. û keça wê ya bi navê Hanim T. ku ji Stenbolê vegeriyabûn jî testa wan a koronayê pozîtîf derketiye û herduyan jî piştî razana li nexweşxaneyê can daye ku ji heman malbatê 3 kes bi koronayê mirin.

Niha hemû kesûkarên wê malbatê yên li navçeya Farqînê û Diyarbekirê hatine karantînakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin