6 roketan avêtin devera sînor ya bajarê Kîlîsê

6 roketan avêtin devera sînor ya bajarê Kîlîsê

PeyamaKurd – Li devera deriyê gumrikê yê bi navê Öncüpınar ê ku girêdayê bajarê Kîlîsê ye, ji aliyê Sûriyê de an ku Binxetê de 6 roket hatin avêtin. Roket li araziyê vala an ku ciyê ku ne jîngehe ketin. Di bûyerê de kes birîndar nebûye an nemiriye.

Li gor rayedarên Tirkiyê roket ji aliyê PKK ê de hatine avêtin lê heya niha PKK ê bûyerê negirtiye aliyê xwe. Li gor ragihandina şahidan di avêtina encama roketan de dengekî zêde derketiye û dûman bilind bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin