PeyamaKurd – Li bajarê Babê yê Sûriyê, ku di destê Tirkiyê de ye, di encama topbarankirina baregeheke arteşa Tirkiyê, leşkerek hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye diyar kir, li bajarê Babê bi roketan êrîşî baregeheke artêşa wan hatiye kirin û di encamê de efserekî wan bi navê Muammer Yigit can daye û 4 leşker jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê ya li Bakurê Kurdistanê hatine veguhestin û termê leşkerê can daye ji bo Saziya Pizîşkî ya Dadî ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hatiye şandin.
Termê leşkerê Tirk ê ku hatiye kuştin bi balafirê şandin bajarê Tokatê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin