Hevpeymaniya Navneteweyî û HSDê, operasyoneke hevpar kir

Hevpeymaniya Navneteweyî û HSDê, operasyoneke hevpar kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rawangeha Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) hatin ragihandin, Hêzên Suriyeya Demokratîk, (DSG) bi piştgiriya asîmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî, li bajarê Hesekê yê Rojava li dijî IŞÎDê operasyonek kir.

Di daxuyaniya SOHRê de hat ragihand ku hêzên HSDê bi piştgirîya Hevpeymaniya Navdewletî li gundekî gundewarê Hesekê operasyonek li dijî terorên IŞÎDê kir.

Hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnan de terorekî IŞÎDê hatiye kuştin.

Her wiha hat diyarkirin ku beriya operasyonê, balafirên hevpeymaniyê li herêmê êrîşên asîmanî kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin