Bafil Talabanî: “Delîl hene ku jehrê dane min”

Bafil Talabanî: “Delîl hene ku jehrê dane min”

PeyamaKurd – Serokê YNK ê Bafil Talabanî got ku di destê wî de beleğe heye ku jehrê danê û doktor jê re gotiye:

“Jehra ku dane te pir xwurte, tu çawa li heyatê mayî?”

Talabanî bo medya Herêma Kurdistanê hevpeyvînê da û li ser mijarên di rojevê de û li ser arîşeyên nav YNK ê pirsan bersivand.  Rûdawê ragihand ku wê di nêz de hevpeyvîn di Rûdawê de bê belavkirin. Talabanî weha got:

“Doktor ji min re gotin jehra dane te di demekî kurt de mirov dikuje, tu çawa li jiyanê mayî, te çawa di ber xwe da? Lê berxwedana bedena min pir başe, ez her roj sporê dikim.”

Li ser pirsa ku belge di destê Talabanî hene an na de weha got:

“Belê belge hene. Hem yên doktorên vê derê û testên ku doktorên Rûs kirine hene. Jehrdayîna min bi belegeye. Dîmenên îtîrafê û belgeyên din jî hene.”

Talabanî ragihandiye ku bi sedema darizandin dewam dike, wê belgeyan belav neke. Bafil Talabanî her weha behsa terka Lahûr Şêx Cengî ya kurdistanê kir û got:

“Min pêşniyarekî weha nekiriye. Ev pêşniyara wî ye. Hem xwest ji aliyê organên fermî yên YNK ê de bila pêşniyar here û metneka bi 140 îmzayên rêvebiran pêşniyarî wî bikin. Ez û serokkomar Berhem Salih me îmze nekir. Min jê re got; ji Kurdistanê dernê. Li ciyê xwe bêdeng rûnê û tevî kampanya hilbijartinan nebe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin