PeyamaKurd – Li Rûsyayê li bajarê İrkutskê balafira aîdê Belarûsê ya kargoyê ket û di encamê de 7 kes tê de mirin. Balafir ya şîrketa hewayî ya Grodnoye û tîpa AN-12 ye. Balafir nêzî gundê Pivovarikayê ketiye seha daristanê. Di balafirê de şewat derketiye û gelek tîmên îtfaiyê hatine şandin ji bo mudaxeleya balafirê. Parêzgerê eyaleta İrkutskê Igor Kobzev bûyerê weha ragihand:
“Tiştê ku tekane me dît, mixabin herkesên tê de mirine.”
Belarûsê di derbarê bûyerê de ragihand ku di balafirê de weka muretebat 3 Belarûsî, 3 Rûsî û 1 Ûkraynayî hebûne, balafir ji aliyê pîlotê bi tecrube de dihat ajotin û di balafirê de kargo tinebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin