Di zîndanê de yek ji koronavîrusê mir

Di zîndanê de yek ji koronavîrusê mir

PeyamaKurd- Heya niha rêvebiriya Tirkiyê dibêje ku di zîndanan de ji koronavîrusê kes nemiriye lê îro çapemeniya Tirkiyê ragihand ku Mehmet Yeter ê 70 salî di zîndana Bafrayê ya bi ser bajarê Samsunê, ji koronavîrusê miriye. Mehmet Yeter berê nexweşê şekir bûye û 3 sale ku di zîndanê de ye.

Bi sedema nexweşîna şekir wî dibin nexweşxane ya Fakulte ya Tib ê ya 19 Mayısê. Lingekî wî jê dikin û wî dişînin zîndanê. Lê di zîndanê de halê wî nexweş dibe û car din dibin heman nexweşxaneyê lê li nexweşxanê dimre.

Kurê yê mirî belgeya ku dozger şandiye bo rêvebiriya goristanan û belgeya defnê belavkiriye ku bavê wî ji koronavîrusê miriye û rêvebiriya zîndanê an dozgerî xeberê nedane kurê wî.

Niha rêvebiriya edliyê dibêje ku nexweş ji şekir miriye û malbat dibêje ku ji koronavîsurê miriye û ev bûyer gumanê dixe ser girtiyên zîndanan ku di wan de nexweşîna koronavîrusê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin