PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ragihand ku Herêma Kurdistanê li ser êrîşên bi roketan lêpirsîna xwe dike û got xelkê Kurdistanê û şîrketên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin ji 3-5 roketan mezintirin. Qubad Talabanî ragihandina xwe li Silêmaniyê di wexta ku tevlî fûarekî dibû, kir. Talabanî weha got:
“Em peyama li pey êrîşê çiye nizanin. Em bende ne ku encama lêpirsînê were. Êrîş zerara maddî an canî neda lê difikirin ku dibe zerara manewî bide an bibe sedema panîkê. Lê cesareta xelkê Kurdistanê û şîrketên li Kurdistanê dixebitin, ji 3-5 roketan xwurttire. Piştî encam derê ortê û çavkaniya wê zelal bibe, wê bersiva me jê re hebe.”
Santrala xazê ya Kor Mor ê ya Çemçemalê ji aliyê şîrketa Îmaratan Dana Xas de tê xebitandin û rojane 452 mîlyon m3 hilberîna xazê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin