PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya xwişka Patriyak Kardînal Mar Luyis Rofaîl Sako peyameke serxweşiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêz Patriyark Kardînal Mar Luyis Rofaîl Sako / Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê.
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya xuşka we ya birêz xanima (Samire Rofaîl Sako) gihîşt me.
Behîdarî û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji Xwedayê mezin lava dikim Xwedê jêraziyê bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û hedar û aramiyê bi we bibexşe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin