PeyamaKurd - Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îtirafên komek terorîstên DAIŞê belav kir ku dixwestin li nav Hewlêrê çalakiyên terorîstî bikin.
Encumena Asayişa Kurdistanê îro Yekşemê 5ê Îlonê, îtirafên komek terorîstên DAIŞê belav kir ku amadekarî ji bo çalakiyên terorîstî li Hewlêrê dikirin.
Li gorî îtirafên wan terorîstan, wan dixwest li nav Hewlêrê êrîşên terorîstî bikin û kesên biyanî û ewlehiyê bikin armanc.
Encumena Asayîşa Kurdistanê daye xuyakirin, hêzên Dijîteror û asayişa Hewlêrê karîne wê banda terorê bigirin û planên wan pûç bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin