PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Taybet a Gulanê Mensûr Barzanî daxwaz ji hêzên ewlehiyê û welatiyên Kurdistanê kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin yê ku baweriya wan pê tê.
Piştî dengdana xwe li yek ji navendên taybet bi dengdana hêzên ewlehiyê, Mensûr Barzanî ji medyayê re axivî û daxwaz kir ku ji bo xwîna şehîdên Kurdistanê vala neçe, pêwîst e hemû alî dengê xwe bidin wê partiyê û wan berbijêrên ku bawerî bi wan tê kirin.
Mensûr Barzanî xwest ku piştî hilbijartinan hemû aliyên Kurdistanê pêkve di xula çarem a Parlamentoya Iraqê de kar bikin ji bo mafên Kurdistanê yên ku bi dest ve nehatine.
Fermandarê Hêza Gulan derbarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Pêşmerge azad in ku dengê xwe didin kîjan alî. Pêşmerge dizanin ku kê bergirî li axa Kurdistanê kiriye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin