Duhok | Wê erd û 25 milyon dînar bo 100 malbatên kampê bên dayîn

Duhok | Wê erd û 25 milyon dînar bo 100 malbatên kampê bên dayîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser raspartina Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê erd û 25 milyon dînor bo 100 malbatên xizan ên li kampa Şîv Çinarkê ya nehiyeya Şeladizê ya Duhokê bên belavkirin.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter, îro 13ê îlonê di civîna ligel xelkê kampê de ragihand, wê ji bo her malbateke kampa Şîv Çinarikê parçeyek zevî û 25 milyon dînar bê dayîn ji bo ku êdî di çadiran de nejîn û ji xwe re xaniyekî ava bikin.

Elî Teter got, dabeşkirina pere û zeviyan li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê kirin.

Hêjayî gotinê ye, nêzîkî 100 malbat li kampa Şîv Çinarikê dimînin ku ji wan malbatên salên 1990î ji Başûrê Kurdistanê penaberî Îran û Tirkiyê bûbûn û piştî sala 2010an jî vegeriyabûn Herêma Kurdistanê pêk tên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin