PeyamaKurd – Hat ragihandun ku gundekî li sînorê parêzgeha Diyale ji ber tirsa êrîşên çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê hate valakirin.
Polîsê Diyale Cehfer Waîlî ragihandiye ku di destpêka vê hefteyê de çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser gundê Hîtawîyn ê li sînorê Diyale û welatiyek kuştine û 2 hemwelatî jî birîndar kirine.
Neqîb Cehfer Wailî gotiye, di çend demjimêrên borî de rûniştvanên gundê Hîtawîyn ku hejmara wan zêdetirî 100 kesan e, gundê xwe ji tirsa êrîşa dubare ya DAIŞê vala kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin