PeyamaKurd- Waliyê Erzeromê ragihand ku tedbîrên wan sitendine dê bi awayeka tundî bicîh bînin. Walî Okay Memiş ragihand ku heya niha li Erezeromê jimara nexweşên Kovid-19 ê 54 kes bûn lê jin a ku ji bajarê Qersê bo mala bavê xwe hat gundê Xorasanê, Kovid-19 ê bera 9 kesên din da û jimar giha 63 kesan.
Parêzer Memiş balê kişand ser biryara danîna maskeyan bo dev û ruyên xwe û got wê biryarê bi tundî bişopînin. Li gor ragihandina Memiş di rojê de li dora 200-300 test tên kirin. Parêzger Memiş weha got:
“Me çûn û hatina ji navçeyan bo bajarê Erzeromê bi îznê ve girêdaye. Xelk nerazîbû lê tedbîreke baş bû. Em di rojê de 200 heya 300 testan dikin lê di yekî an didûyan de Kovid-19 dertê. Hemşehriyeka me ji gundê Xorasanê bi bûkantî çûye gundê Qersê. Bê xeberê bide me, hatiye mala bavê xwe û bi xwe re 9 kesan nexweş xist. Niha gundê wan di bin karantînayê de ye.””
Heya niha li bajarê Erzeromê 325 kes nexweş ketine, tedawiya wan hatiye kirin û çûne malen xwe. Li beşa hûrlênêrînê de 6 nexweş hene û yên bi cîhazê ve girêdayîne 3 kesin.11 kes jî jiyana xwe ji dest dane. Parêzger got ku 20 navçe, 2 hezar gund tevî navenda bajêr, eger kesekî bê maske derê derve, dê bê cezakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin