Balafireke bêmirov a Tirkî navenda Qamislo bombe kir: Kustî û birîndar hene

Dîroka weşanê :
Balafireke bêmirov a Tirkî navenda Qamislo bombe kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 24ê Cotmehê êvarê, balafireke bêmirov a bi çek (SÎHA) ya Tirkiyê, devereke li navenda bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bombe kir.

Hat ragihandin ku balafireke bêmirov a Tirkî li Taxa Meyselon a Qamişlo, li nêzîkî Goristana Şehîd Delîl Saroxan deverek bombe kir.

Li gorî zanyariyên destpêkê yên çavkaniyên herêmê, di encama bombekirinê de, 2 kesan can daye û hejmarek kesên sivîl jî birîndar bûne ku hîn hejmara wan nehatiye zelalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin