PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê, baregeheke PKKê li kampa Mexmûr bombebaran kirin.
Berpirsê liqa PDKê li devera Qereçûx ya Mexmûrê Kirmanc Ebdullah diyar kir, balafirên Tirkiyê baregeheke PKKê li Mexmûr bombebaran kirin.
Kirmanc Ebdullah herwiha daye zanîn, ew baregeha ku hatiye bombebarankirin, li kêleka kampa penaberan e.
Bi gotina wî berpirsê PDKê, di wê êrişê de kuştî û birîndar hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin