PeyamaKurd - Parlamentoya Erebî ji rêxistinên navneteweyî xwest ku destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê rawestînin û ragihand, Tirkiye aloziya li Lîbyayê kûrtir dike.
Serokê Parlamentoya Erebî Dr. Mişel Bin Hehim El-Silmî ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, serokê Yekitiya Parlamentoyan a Navdewletî Gabriela Cuevas Baron, serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassouli, serokê Parlamentoya Afrîkayê Rodger Nkudo Dang û serokê Yekitiya Parlamentoyan a NATOyê Etila Mistirhazî re name şand.
Parlamentoya Erebî 15ê Çileyê li Qahîreyê civîneke bi mijara Libyayê li dar xistibû û li dijî destwerdana Tirkiyê ya Libyayê derketibû.
Di nameyê de biryara parlamentoya Tirkiyê ya derbarê şandina hêzên leşkerî ji Lîbyayê re hat şermezarkirin û wekî binpêkirina qanûnên navneteweyî û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî hat binav kirin.
Parlamentoya Erebî di nameyê de teqez kir ku destwerdana leşkerî ya Tirkiyê rewşa Lîbyayê nakok û kûrtir dike û dema aloziyê dirêj dike, herwiha çareseriya siyasî tevlîhev dike û istîqrara li herêmê xirab dike û gefan li ewlehiya dewletên cîranê Lîbyayê dixwe.
Parlamentoya Erebî hemû awayên desteka çekdaran û dayîna lojîstîkê şermezar kir, herwiha hêsankirina veguhestina çekdarên Sûriyê û biyaniyan bo Lîbyayê şermezar kir.
Parlamena Erebî daxwaza kişandina çekan ji destê van çekdaran kir û ji Konseya Ewlehiyê ya NY daxwaz kir ku gavên bilez ji bo qedexekirina veguhastina leşkerên biyanî li Lîbyayê biavêje.
Parlamentoya Erebî bang kir ku rêyeke zelal ji bo şopandinê bê danîn û ceza li dijî aliyên ku desteka aloziya li Lîbyayê dikin, bên ferzkirin. Herwiha Parlamena Erebî piştgirî da biryara Parlamena Libyayê ya dijî destwerdana Tirkiyê û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku vê destwerdanê bide rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin