PeyamaKurd- Ji aliyê Rêveberiya Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya Diyarbekirê ve hat ragihandin ku di çarçoveya xebatên diyarkirina zirarên erdhejê de lêgerîn û pişkinîn ji bo 45 hezar û 149 avahiyan kirine û hat diyarkirin ku ji bo 1110 avahiyan jî biryara hilweşandina lezgîn hatiye dayîn.
Piştî erdhejên ku di 6ê Sibatê de hêza 7.7 û 7.6an li Mereşê çêbûn û digel Mereşê bû sedema wêraniya 11 bajarên bakur û Tirkiyeyê û heman bandor jî li bajarên rojava û Suriyeyê kirin, xebatên endezyariyê yên ji bo diyarkirina xisarên avahiyan berdewam in.
Di agahiyên fermî de hat ragihandin ku di encama erdhejê de li Diyarbekirê 407 kesan ji ber mayîna bin kavilan can dane û zirar gihîştiye gelek avahiyan.Hat diyarkirin ku pêvajoya lêgerîn û rizgarkirinê ya li Diyarbekirê bi dawî bûye lê li bajarê Diyarbekir û qezayên wê xebatên tesbîtkirina zirarên erdhejê berdewam dikin.
Li gorî daxuyana Rêveberiya Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya Diyarbekirê, li bajêr ji bo 1110 avahiyan ku dike 8 hezar û 284 xanî, biryara hilweşandina lezgîn hatiye dayîn.
Her wiha hat eşkerekirin ku 1044 avahî ango 12 hezar û 106 xanî jî di asta navendî de zirar dîtine û 10 hezar û 977 avahî jî bib sivikî zirar dîtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin