Pistî tetbîqata Amerîkayê, 180 balafirên ser hatin rakirin

Pistî tetbîqata Amerîkayê, 180 balafirên ser hatin rakirin

PeyamaKurd – Piştî ku Amerîka û Koreya Başûr tetbîqata hevbeş a herî mezin di dîroka xwe de dane destpêkirin, Koreya Bakur jî kete tevgerê û 180 balafirên şer li qada asmanî ya Koreya Başûr xistin tevgerê.

Koreya Başûr ragihandiye ku leşkerên wan herî kêm 180 balafirên şer ên Koreya Bakur li ser asmanê xwe tespît kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku Koreya Başûr jî 80 balafirên şer amade kirine ku di nav de balafirên nifşa nû yên cûreya F-35A jî hene.

Herwiha li ser tacîz û aloziya ligel Koreya Bakur jî hatiye diyarkirin ku balafirên ji bo tetbîqata Amerîkayê hatine amadekirin, ji bo rabûnê di amadebaşiyê de ne.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku Koreya Bakur roja Pêncşemê moşekên balîstîk ên parzemînan ceriband, Koreya Başûr û Amerîkayê jî biryar dan, dema tetbîqata leşkerî ya hevpar heta roja Şemiyê dirêj bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin