PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyozê Yunanîstanê yê Iraqê ku nû dest bi kar kiriye, ligel şanda pê re pêşwazî kir. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtinê de li ser pêşhatên siyasî yên herêmî û giştî nirxandin hatine kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Balyozê Yunanîstanê yê nû yê Iraqê Georgios Almanos û şanda ligel wî qebûl kir. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Yunanîstanê yê Herêma Kurdistanê Stavros Kyrimis jî cih girtiye.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat zanîn ku Serokwezîr Barzanî, ji bo destbikarbûnê, pîrozbahî li Balyozê Iraqê kiriye û di erka wî de hêviya serkeftinê kiriye her wiha ji bo bipêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yunanîstanê jî di kar û barên bên kirin de hêviyên serkeftinê araste kiriye.
Hat zanîn ku Balyozê Yunanîstanê jî di hevdîtinê de bal kişandiye ser pêwendiyên dîrokî û dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Yunanîstanê û amadehiya welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê ya di hemû waran de nîşan daye.
Her wiha hat eşkerekirin ku Balyozê Yunanîstanê, bi taybetî di warê bazirganî, çandinî, geştûguzar û perwerdeyê de amadebûna welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê aniye zimên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin