Di pevçûna malbatan de 2 polîs bi kêran birîndar bûn

Di pevçûna malbatan de 2 polîs bi kêran birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê di navbera xwediyê xanî û kirêdar de, pevçûn çêbû û polîs ji bo destwerdanê gihîştin cihê bûyer.

Hat ragihandin ku dema polîsan xwestiye herdu malbatên pev diçin ji hev veqetînin hatine kêrkirin û 2 polîs birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku herdu polîsên bi sivîkî birîndar bûne bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê û 4 kesên tevlî pevçûnê bûbûn jî hatin binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin