PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pirsa rojanevanan derbarê pişkinîna bo vîrûsa koronayê (covid-19) got, ‘ez ji testa vîrusa korona natirsim, lê ew hewce jî nake.’
Trump li Washingtonê gava bersiva da pirsên rojnamevanan got ku doktorê Koşka Spî ji wî re gotiye test ne hewce ye û wiha pê de çû:
“Ez xwe pir baş hîs dikim. Herhal bo min test ne tiştekî ewqas dijwar e, ez dikarim bikim.”
Ew bi endamên Kongresê yên xwe jiber gumana vîrusa korona xistine bin çavdêrîyê re axifî.
Sê endamên Kongresê piştî li kesên li dora wan vîrusa korona hatibû tespîtkirin, ketibûn bin çavdêrîyê.
Her sê endamên Kongresê di rojên borî de bi Trump re kom bûbûn û medya Amerîkî guman biribû ser tenduristiya Trump jî.
Heta niha li Amerîkayê 754 kes bi vîrûsa korona ketine û 28 kes jî pê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin