Opozîsyona Îsraîlê: Îro, ji bo demokrasiyê rojeke res e

Opozîsyona Îsraîlê: Îro, ji bo demokrasiyê rojeke res e

PeyamaKurd- Partiya opozîsyona Îsraîlê ya Pêşeroj Heye ku Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Yair Lapid rêberê wê ye, li ser dayîna erka hikûmetê ya Binyamin Netanyahu, peyameke nerazîbûnê belav kir.

Di peyama ku ji hesabê partiyê yê fermî hat ragihandin de hat gotin ku

“Ji ber erka avakirina hikûmetê ji bo Netanyahu hat dayîn, îro ji bo demokrasiyê rojeke reş e. Em ê bi tu awayî dest ji dewletê û ji nirxên wê yên liberal bernedin. Em ê tu car nehêlin zerar bigihîje pêşeroja zarokên me.”

Her wiha hat ragihandin ku ev hikûmet, hikûmeteke xiraker e û heta ku Netanyahu hikûmeta xwe neguherîne, ew ê partiya wan xwe ji xebatên meclisê dûr nexe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin