Di navbera Pakistan û Afganistanê de pevçûn derket

Di navbera Pakistan û Afganistanê de pevçûn derket

PeyamaKurd – Li ser sînorê navbera Pakistanê û Afganistanê li bajarê Kunar a Afganistanê di navbera Talîbanê û hêzên sînor yên Pakistanê de pevçûn derket. Di mijara mezinbûna pevçûnê de heya niha ti agahiyekî nehat ragihandin.

Li gor çapemeniya Afganistanê, piştî nîvro li bajarê Kunarê li navça Sîrkanayê li ser Xetta Durandê ku xetta  sînore, di navbera hêzên her dû dewletan de pevçûn derketiye.

Car caran, li ser sînorê her dû dewletan pevçûnên weha dertên. Lê di pevçûna îro de li ser mezinbûn an biçûkiya pevçûnê ti agahî nehat ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin