Cîgirê Serokwezîr: Divê wêstgeha paqijkirina avê li Silêmaniyê were danîn

Cîgirê Serokwezîr: Divê wêstgeha paqijkirina avê li Silêmaniyê were danîn

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di daxuyaniyeke ji çapemeniyê re diyar kir, ji bo paqijkirina ava Silêmaniyê, divê wêstgeha paqijkirina avê were danîn.

Qubad Talebanî da zanîn: “Ji bo projeya demdirêj a paqijkirina avê li Silêmaniyê, divê wêstgeha paqijkirina ava pîs were danîn, ev proje jî divê bi hikûmet û sektora taybet were kirin.”

Herwiha li ser rewşa tendirustiyê ya Silêmaniyê û belavbûna nexweşiya kolerayê Qubad Talebanî destnîşan kir: “Ev nexweşî li hemû Kurdistanê heye û kêşe li hemû nexweşxaneyan heye, ne tenê li Silêmaniyê ye, Wezareta Tendirustiyê bi baldarî li ser xet e, rêveberiyên tendirustiyê li ser xet in, da ku derman û pêwîstiyên tendirustiyê li nexweşxaneyan berdest bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin