Pentagon: Mekanîzmeya hevbes ji bo tunekirina DAISê ye

Pentagon: Mekanîzmeya hevbes ji bo tunekirina DAISê ye

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon)  bi duxayaniyeke nivîskî li ser rêkeftina Tirkiye-Amerîkayê bo navenda operasyonên hevbeş li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku dê beşa mayî ya leşkerên Amerîkî li demeke nêzik biçin Tirkiyê.

Robertson di daxuyaniyê de destnîşan kir ku mebest bi avakirina mekanîzmeya hevbeş ligel Tirkiyê, nehiştina zindîbûna DAIŞê û tunekirina wê ye.

Di daxuyaniya ku li ser navê Berdevkê Pentagonê Sean Robertson, hatiye belavkirin de hat gotin, “Rayedarên leşkerî yên li Tirkiyê (leşkerên amerîkî) bi hevpeymana me ya NATOyê re di nav kordînasyonê de ne. Ji bo piştevanîkirina vê kordînasyonê, li demeke nêzîk dê karmendên leşkerî yên zêdetir bo Tirkiyê bên veguhestin.”

Robertson diyar kir ku mebesta avakirina mekanîzmeya ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ rêgiriya bo ji nû ve zindîbûna rêxistina terorîst DAIŞê ye.

Sean Robertson da xuyakirin ku ew metirsiyên ewlekariya sînorî yên Tirkiyê li ber çavan digirin û wekî hevpeymana NATOyê û hevpeymana navdewletî ji bo tunekerina DAIŞê ligel hev kar dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin