Macron diçe cihê êrîsa li bajarê Nice

Macron diçe cihê êrîsa li bajarê Nice

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî êrîşa îro Pêncşemê ya li bajarê Nice ku li gorî zanyariyên dawî 3 kes bi kêran hatine kuştin (jinek hatiye serjêkirin) û gelek kes jî birîndar bûne diçe cihê bûyerê.

Piştî êrîşa li ber kilîseya Notre Dame a li bajarê Niceyê li Parlamena Fransayê parlamenterên fransî ji bo qûrbaniyên êrîşê yek xulekê rêz girtin.

Herwiha Macron bi wezîrên hikûmeta Fransayê re li ser bûyerê civiya û maseya krîzê hat damezrandin.

Şaredarê bajarê Nice Christian Estrosi ragihand ku wê îro Macron derbasî bajêr bibe û li ser êrîşê lêkolînan bike.

Herwiha Estrosî li ser Twitterê daye xuyakirin ku kesê bi kêran êrîş kiriye hatiye desteserkirin.

Li dorûbera cihê bûyerê polîsê Fransî tedbîr standine û lêkolîn li ser tê kirin bê têkiliya vê êrîşê bi êrîşa serjêkirina mamosteyê zanîngehê Samuel Paty re heye yan na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin