PeyamaKurd – Hate ragihandin ku helîkoptereke Amerîkayê ya 23 leşker tê de bûn di dema tetbîqateke leşkerî de, kete xwar.
Li gorî ragihandina medya Avusturalya îro 27ê Tebaxê, helîkoptereke Amerîkî ya ji cureya Osprey ku 23 leşker tê de bûn, li peravên bakurê Awustralya kete xwar. Li gorî zanyariyan, hin leşkerên ku di helîkopterê de bûn hatine rizgarkirin, lê hejmara kesên mirine nehatiye piştrastkirin.
Wezîrê Berevaniya Avustralya Richard Marlis da xuyakirin ku îhtimal heye tîma helîkopterê ji ya 4 kesan pêk tê di qezayê de can daye û diyar kir, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Hate ragihandin ku piştî ketina helîkopterê, tetbîqata leşkerî ya hevbeş di navbera Avustralya û Amerîkayê hatiye rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin