Li Dîlokê Hevserokê HDPê yê Dîlokê jî di nav da 33 kes hatin desteserkirin

Li Dîlokê Hevserokê HDPê yê Dîlokê jî di nav da 33 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Di encama lêpirsînnameya Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê vekir da, Hevserokê HDPyê yê Dîlokê jî tê da 33 kes hatin desteserkirin.

Li Dîlokê Mûsa Aydin, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê, Hevserokên navçeyên Şahîn û Şehitkamîl, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), muxtarên du taxan û parêzerek jî tê de 33 kes hatine desteserkirin.

Li gor zanyariyan, Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê li hemberî endamên PKK/KCKyê lêpirsînnameyek amade kiriye.

Serdozgeriyê di derheqê komek kesan da biryara desteserkirinê derxistiye. Polîsan girtiye ser malan û di encamê da 33 kes hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin