PeyamaKurd – Li Yemenê di êrîşa fuzeyan de Hûsiyan 3 leşkerên artêşa Yemenê kuştin û ji 10 î zêdetir leşker birîndar kirin. Êrîş li bajarê Şebve bo ser baregeha artêşê ya El-Alemê hat kirin.
Êrîş di wexta ku limêja mexirbê dihat kirin, birin ser baregehê. Ji Hûsiyan û çavkaniyên fermî heya niha ti daxwuyanî nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin