Lavrov: Em ê bi wan dorpêçên rekor bihêztir bibin!

Lavrov: Em ê bi wan dorpêçên rekor bihêztir bibin!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di hevpeyvîna televizyona rûsî RT de ragihand, piştî êrîşa wan a ser Ûkraynayê welatên Rojava di serî de Amerîkayê zêdetirî 5 hezar dorpêçên cezakirina Rûsyayê sepandine ku ev jî rekor e.

Lavrov gotiye, "Wê ev fişara dorpêçan berdewam bike. Rojava herwiha gefa pêla pêncan a dorpêçan dixwe, dibe ku piştî wê pêleke din jî were. Lê belê em hînî van bûne, dikarim bibêjim ku dorpêçan her dem em bihêztir kirine.”

Wezîrê Rûsî daye zanîn ku dorpêçên li ser Rûsyayê hatine sepandin, ji yên Koreya Bakur û Îranê du caran zêdetir in û ew ê jî pişta xwe bidin hevalbendên xwe yên mayî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin