Li bajarê Wanê erdhej çêbû

Li bajarê Wanê erdhej çêbû

PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Tuşba ya bajarê Wanê erdhejeke bi pileya rîxterê 3,4an çêbû.

Enstîtuya Lêkolînên Çavdêrxaneya Kandilli ya Erdhejan ragihand ku erdhej li demjimêr 00:22yan li taxa Akçîft a navçeya Tuşba ya Wanê pêk hatiye û pileya wê jî 3,4 e.

Li gorî çavdêrxaneyê kûrahiya erdhejê 5 kîlometre binê erdê ye. Hat ragihandin ku erdhej bûye sedema tirs û xofê, lê ti ziyaneke canî û madî çênebûye.

Ev demeke li dorûbera bajarê Wanê yê hevsînorê Rojhilatê Kurdistanê dîsa liv û tevgera erdzemînê dest pê kiriye û erdhejên piçûk çêdibûn ku metirsiya erdhejên mezintir jî heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin