PeyamaKurd - Serokê berê yê Katalonya Carles Puigdemont ragihand, ku ewê serdana hemû welatên cîhanê bike, daku piştevaniyê ji serxwebûna Catalonia re bidest bîne.
Par piştî ku li Herêma Katalonya referanduma serxwebûnê encam da, welatê Spanya ew referendum red kir û bi awayekî rasterê desthilata xwe li ser wê herêmê sepand û biryara desteserkirina Carles Puigdemont da.
Carles Puigdemont di Mijdara 2017an de, bi neçarî berê xwe da welatê Belcîka û piştî demekê, gava ji Fînlenda bi rêya Almanya vedigeriya Belcîka, ji aliyê polîsên Almanî ve hat girtin.
Destpêka vê mehê, dadgeheke Almanî biryar da, ku çêdibe ew Puigdemont radestî Spanya bikin, bi tometa ku wî pereyên giştî bihedir daye, neku ji bo tometa şikandina biryarên Hikûmeta Spanî.
Piştî vê yekê dadgehê biryara azadkirina wî da û ew jî vegeriya welatê Belcîka, di civîneke rojnamevanî de, li gel serokê niha yê Katalonya (Kim Tura) serokê berê yê Katalonya Carles Puigdemont got: “Ev ne rawestgeha min ya dawî ye û ev jî ne dawiya geşta min e. Ezê serdana hemû welatan bikim, daku piştevaniyê ji serxwebûna Katalonya re di cîhanê de peyda bikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin