PeyamaKurd - Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî ragihand ku dayîna mûçeyên fermanberan ji aliyê Bexdayê ve, nabe sedem ku Kurd dest ji xewna serxwebûna Kurdistanê berdin.
Di daxuyaniyeke ku li ser malpera "Bexdad El-Yewm" ya Iraqî belav bûye de Pêncwênî wiha dibêje: "Hikûmeta Bexdayê bi çend riyên çewt dixwaze pirsa Kurd di çarçoveya mûçeyên fermanberan de dorpêç bike û ev demek e kar li ser vê yekê dike ku welatiyên Kurd tenê hizra mûçeyan bikin."
Mihemed Emîn Pêncwênî diyar kir ku Hikûmeta Bexdayê ji 2014an ve, gava yekem ji bo birçîkirin û birrîna qûtê welatiyan avêt, armanca wî karî jî ew bû ku bihêle welatiyên Kurd tenê di qût û nanê xwe yê rojane de bifikirin.
Pêncwênî nirxandina xwe wiha kir: "Kolana Kurdî rojane li pey nûçeya şandina mûçeyên fermanberan dikeve, ev pirs bûye cihê gotûbêja rojane ya kolana Kurdistanî, lê Kurd dest ji hizra netewî û mafê xwe yê damezirandina dewleta Kurdistanê bernadin û beramberî qonaxa birçîkirinê wê biser kevin û wê derbas bikin, bi ti awayekî Kurd dest ji serxwebûnê bernadin, ku ev bû bêtirî sed salî ji bo vê armancê xebatê dikin û xwînê ji bo wê dirjînin".
Li gorî rêketina di nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê de, biryar e Hikûmeta Iraqê mûçeyên wezaretên perwerde û tendirûstiyê yên Herêma Kurdistanê bişîne û rojane daxuyaniyên cuda li ser vê pirsê tên dayin, lê heya niha bi awayekî kirdarî ti mûçe nehatiye şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin